Li Amedê otobusek wergeriya: 30 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê di encama wergerîna otobuseke rêwiyan de, 4 jê giran 30 kes birîndar bûn.
04.02.2023, Cts - 19:05
Li Amedê otobusek wergeriya: 30 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li ser riya Diyarbekir û Siwêregê otobuseke rêwiyan wergeriya. Di bûyera trafîkê de 4 jê bi giranî bi giştî 30 kes birîndar bûn. Yek ji birîndaran zarok e.

Tîmên polîs, tenduristiyê, AFAD û agirkujiyê gihîştin cihê bûyerê.

Birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 392 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:25