Li Amedê pevçûn: 3 birîndar

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûnekê de 3 kes birîndar bûn.
16.08.2024, Cum - 09:52
Li Amedê pevçûn: 3 birîndar
Nuçe Belav bike

Li Cadeya Kayapinarê ya navçeya Peyasê şeva borî  ji ber sedemeke nehat zanîn du alî pev çûn.

Di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û gumanbar ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û polîs ji bo gumanbarên ji cihê bûyerê reviyan dest bi xebatên lêgerînê kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:49:09