Li Amedê şer: hejmara kuştiyan bû 9 kes

Li navçeya Bismilê ya Amedê di navbera du malbatan de şer derket, û di şer de 9 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
15.06.2023, Per - 08:33
Li Amedê şer: hejmara kuştiyan bû 9 kes
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên destpêkê, îro li gundê Şidada (Şedad) yê ser bi navçeya Bismil a Amedê ji ber nakokiya li ser erdê di navbera du malbatan de şer derketiye.

Her du malbatan di şer de çek bikar anîne. di encam de 9 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, gelek cendirme çûne gundê Şidada û des tbi cîbicîkirina tedbîrên ewlehiyê yên tund li nav gund kirine, herwiha ekîbên tendirustiyê bi ambulansan gihîştin gund.

Birîndarên bûyerê ji aliyê ekîbên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 746 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:19