Li bajarê Mûşê her cure çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwenîşandan bo hefteyekê hatin qedexekirin.
05.10.2023, Per - 10:50
Li bajarê Mûşê her cure çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Parêzgeha Mûşê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, hêzên ewlekariyê li nav sînorên Tirkiyeyê û dervayî sînor operasyonan dikin. Eger heye hin alî bi hinceta van operasyonan bixwazin çalakî û xwenîşandan bikin û ji bo astengkirina vê egerê, her cûre çalakî û xwenîşandan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgeha Mûşê, dema qedexeyê ji îro ve dest pê dike û heft rojan berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 892 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:47