Li Bakurê Kurdistanê li hemberî erdhejan kîjan parêzgeh herî bi ewle ne?

Endezyarê Bilind ê Jeofîzîkî û Pisporê Erdhejan Prof. Dr. Ovgun ragihand ku parêzgehên Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê li hemberî erdhejên wêranker bajarên herî bi ewle ne.
07.09.2023, Per - 06:18
Li Bakurê Kurdistanê li hemberî erdhejan kîjan parêzgeh herî bi ewle ne?
Nuçe Belav bike

Endezyarê Bilind ê Jeofîzîkî û Pisporê Erdhejan Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan bi peyamekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî 21 parêzgehên li hemberî erdhejan herî bi ewle ne eşkere kirin.

Li gorî Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan, parêzgehên Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê di nav wan 21 parêzgehan de ne ku li hemberî erdhejan herî bi ewle û bêmetirsî ne.

Prof. Dr. Ercan di peyama xwe de got:

“Di warê erdhejên wêranker de bajarên herî ewle yên Tirkiyeyê: Kirklarelî, Zonguldak, Kastamonu, Sînop, Samsun, Gîresun, Ordu, Trabzon, Rîze, Artvîn, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Riha, Mersîn, Antalya, Konya, Karaman, Nîgde, Nevşehîr û Enqere ne.''

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 50 hezar kesan canê xwe ji dest da.

Herwiha bi deh hezaran xanî û avahî hilweşiyan.

Piştî wê erdhejê li ba piraniya welatiyan tirs çêbûye û mereq dikin ka bajar û navçeyên ku ew lê dijîn ji bo erdhejan metirsîdar in yan na.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 404 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:08:38