Li Bakurê Kurdistanê pileya germê bilind dibe

Li parêzgehên Riha, Amed, Sêrt, Êlih û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê îro pileya germê ji 40î bilindtir dibe. Heta roja Yekşemê jî li herêmê germa 2 pile bilindtir dibe.
20.07.2023, Per - 08:06
Li Bakurê Kurdistanê pileya germê bilind dibe
Nuçe Belav bike

Li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, îro 20ê Temûzê li parêzgehên Riha Amed, Sêrt, Êlih û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê pileya germê bilind dibe.

Li Riha û Êlihê pileya germê digihe 42, li Amedê digihe 41 û li Sêrt û Dîlokê jî digihe 40 pile. Li Bakurê Kurdistanê heta roja Yekşemê bi giştî germa 2 pile bilindtir dibe.

Herwiha li parêzgehên Erzerom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê jî tê çaverêkirin îro piştî nîvro baran bibare.

Li Erzeromê germa 30 pile, li Qersê 28 û li Wanê jî 29 pile ye. Li Enqereya paytexta Tirkiyê germa 33 pile û li Stenbolê 32 pile ye

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 602 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:35