Li Bedlîsê 2 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihand, ji 16ê Mijdarê pê ve, 2 rojan her cure civîn, xwepêşandan û çalakiyên din tên qedexekirin.
16.11.2024, Cts - 10:28
Li Bedlîsê 2 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo pêşîgirtina li her kiryar û tawanan û, ji bo parastina maf û azadiyên kesên din û pêşîgirtina li her bûyereke civakî, hemû çalakiyên wek meş, mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên din hatine qedexekirin.”

Hat diyarkirin, qedexeya çalakiyan ji îro demjimêr 13.00’an dest pê dike û heta 2 rojan berdewam bike

Wezareta Navxwe roja 4ê Mijdarê serokên şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê ji kar dûrxistin û qeymeqam li şûna wan danîn.

Li dijî biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, di rojên borî de çendîn xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li ber avahiyên şaredariyên her sê bajaran hatin lidarxistin.

Vî nûçeyê tevayî: 106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:56:01