Li Bedlîsê birûskê li trafoya elektrîkê xist: 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê birûskê li trafoya elektrîkê xist û 5 kes birîndar bûn.
16.10.2024, Çar - 10:41
Li Bedlîsê birûskê li trafoya elektrîkê xist: 5 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gundê Kutusa Jorê yê Hîzanê birûskê li trafoya elektrîkê xist.

Ji ber birûskê Bayram Erem (17), Fîkrî Arici (25), Abdulmenaf Onal (19), Yusuf Kara (14) û Eyup Zamur (17) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.

Birîndar piştî midaxeleya ewil a li wir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê hatin kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 89 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:21:58