Li Bedlîsê çalakî bo dema 15 rojan tên sînordarkirin
Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku divê ji bo encamdana her cor çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê, yên li wê parêzgehê bo dema 15 rojan ji aliyên peywendîdar mohlet bê wergirtin.
11.06.2022, Cts - 06:07
Parêzgeariya Bedlîsê do 10ê Hezîrana 2022ê li ser malpera xwe ya fermî derbarê çalakiyên ku li wê parêzgehên tên kirin de daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya parêzgariyê divê ji bo encamdana her cor çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê, yên li Dêrsimê ji demjimêr 00.01ê 11ê Hezîrana 2022ê heta demjimrêr 23.59ê 25ê Hezîrana heman salê bo dema 15 roj mohlet ji aliyên peywendîdar bê wergirtin.
Di daxuyaniya parêzgariya Bedlîsê de hatiye îdîakirin ku ev biryar “bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, rêgirtina binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê” hatiye dayîn.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 694 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:33:20