Li Bedlîs'ê xezûr zavê xwe kuşt

Li navçeya Tetwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve îro 30ê Gulanê kesekî bi çek zavê xwe kuşt û bavê wî birîndar kir.
30.05.2023, Sal - 17:36
Li Bedlîs'ê xezûr zavê xwe kuşt
Nuçe Belav bike

Li herêma pîşesaziyê ya Tetwanê, îro 30ê Gulanê di navbera welatiyê bi navê A.T. û zavayê wî E.A. û bavê zavayê wî N.A. de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket. Di encama nîqaşê de her du aliyan şerê hev kirinû A.T. bi çek gule berdan zavayê xwe E.A. û bavê wî.

E.A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û bavê wî N.A. birîndar bû. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. N.A. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîs-Tetwanê hat veguhestin.

Kujer A.T. ji cihê bûyerê reviya. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:03:36