Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de, îro serê sibehê li gundê Gulpikê yê Xîzanê û gundê Peyandasê yê Tetwanê bi ser gelek malan de girt û 19 kes desteser kirin.
Li gundê Gulpikê 15 kes û li gundê Peyandasê ji heman malbatê 4 kes hatin desteserkirin.
Sedema desteserkirina her 19 kesan heta niha nehatiye zanîn.
Hat zanîn ku derbarê dosyeyê de biryara nihênîbûnê hatiye wergirtin û dê “operasyon” berdewam bike.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.