Li Bedlîsê qedexeya derketina derve

Walîtiya bajarê Bedlîsê daxuyand ku 11 gundên girêdayî navendê qedexe hatiye îlankirin.
05.12.2017, Sal - 13:54
Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Bedlîsê da xuyakirin, li 11 gund û taxên girêdayî bajêr, di navbera demjimêrên 4'ê êvarê heta 7'ê sibê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.

Parêzgariyê da zanîn, di demên dawî de li deverê tevgera gerîlayên PKK'ê zêde bûye û bi armanca parastina ewlekariya can û malên welatiyan, hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirine.

Diyar kir jî, qedexe heta fermaneke nû dê berdewam bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1954 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:17