Li Taxa Nû li ser Kuçeya Panayirê ji ber sedemeke netesbîtkirî agir bi banê xaniyekî duqatî ket.
Agir pekiya xaniyekî yekqatî yê xalî û her wiha xaniyekî duqatî yên nêzîk.
Li ser îxbarê, ekîbên îtfaiyeyê bo herêmê hatin sewqkirin û şewat bi midaxeleya ekîban hat temirandin.
Di şewatê da banê xanî, xaniyekî yekqatî û beşeke xaniyekî duqatî ya din şewitîn.
Sedema derketina agir tê lêkolînkirin.