Li Çewlîgê 18 deveran herêmên ewlehî yên taybet hat îlankirin

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Çewligê, li 8 navçeyan 18 herêm wek 'herêmên ewlehî' hat îlankirin.
06.09.2017, Çar - 09:17
Li Çewlîgê 18 deveran herêmên ewlehî yên taybet hat îlankirin
Nuçe Belav bike

Walîtiya Çewligê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ji 5'ê Îlonê heya 19'ê Îlonê ev 18 herêm ji bo ewlehiya can û malê hemwelatiyan wek 'herêmên ewlehî' hatiye ragihandin.

Li gorî rayedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) artêşa Tirkiyê li wan ciyên ku bûne deverên ewlekariya taybet, qedexeya çûnûhatinê jî lê dimeşînin û nahêlin ti saziyek sivîl an endamekî parlementoyê wek çavdêr biçin wan deveran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:43:22