Li Çewlig û Hatayê erdhejên nû çêbûn

Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê û li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê erdhejên nû çêbûn ku pileya wan di ser 4 pileyan re bû.
25.02.2023, Cts - 07:14
Li Çewlig û Hatayê erdhejên nû çêbûn
Nuçe Belav bike

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê bi hezaran erdhejên paşekî çêdibin û li hinek bajar û bajarokan jî erdhejên nû çêdibin ku pileya wan zêde ye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku roja Şemiyê 25ê Sibata 2023an li navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çewligê demjimêr 03:28 xûlekan bi hêza 4.4 û li navçeya Samandagê ser bi parêzgeha Hatayê jî demjimêr 04:12 xûlekan bi hêza 4 pile erdhejên nû çêbûne. Herwiha kûrahiya erdheja li Çewlîgê 14 kîlometre û ya li Hatayê jî 16 kîlometre di bin erdê de bûye.

Li gor amarên AFADê doh 24ê Sibatê li 3 parêzgehên din Nigde, Sêwaz û Konyayê jî erdhejên nû çêbûn û AFADê ragihandiye ku dê li seranserî Tirkiyê erdhej berdewam bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 607 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:34