Li Çewlîgê bûyera trafîkê: 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji ser pirekê ket nav çem û di encam de 3ê jê zarok 7 kes birîndar bûn.
26.10.2022, Çar - 11:50
Li Çewlîgê bûyera trafîkê: 7 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Îro Çarşembê 26ê Cotmeha 2022ê li gundê Xiraba yê navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çawlîgê, otomobîla bi şofêrtiya E.A. dema di ser pira Xiraba re derbas dibû ji rê derket û ket nav çem.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di bûyerê de şofêr jî di nav de, 3 jê zarok 7 kesên birîndarbûyî bi alîkariya xelkê deverê ji otomobîla di nav çem de hatin derxistin.

Piştî midaxeleyên destpêkê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê hatin veguhestin. Hatiye ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:59