Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket

Li gundê Bîravayê yê li quntara Çiyayê Gabarê yê parêzgeha Şirnexê agir bi daristanê ket.
19.09.2023, Sal - 18:39
Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Mehmet Zekî Îrmez jî ragihand ku ti midaxaleyek ji bo vemirandina agir nayê kirin.

Li gorî zanyarin îro li gundê Bîravayê yê li Quntara Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket û şewat hîn jî berdewam e.

Agir ji ber bayê her diçe zêdetir li daristana herêmê belav dibe.

Parlamenterê YSPyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li ser hesabê xwe yê medyayaya civakî dîmenên agir belav kirin û ragihand ku hîn jî ti midaxaleyek ji bo vemirandina wî agirî nehatiye kirin.

“Xweza û dar dibin qurbaniyên polîtîkayên ewlehiyê”

Îrmez got, “Hîn jî ti midaxaleyek di agirê li gundê Bîravayê yê li qunatara Çiyayê Gabarê de nehatiye kirin.

Weke ku di dîmenan de xuya dibe xweza û dar ji bo polîtîkayên ewlehî û talanê yên desthilata AKP-MHPyê tên qurbanîkirin.”

Gundê Bîrava salên 90î ji ber şerê di navbera Artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de hatiye valakirin.

Li wê devera ku agir bi daristanê ketiye binkeyeke leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê heye.

Piraniya caran agir ji ber avêtina guleyên hawan û topan bi daristanên navçeyê dikeve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:09