Li çiyayên Cûdî û Gabar û bejahiya Elkê qedexe hat ragihandin

Parêzgeriya Şirnexê li bejahiyên Cizîr, Silopî, Basa û Elkê bo 7 rpjan qedexe ragihand û hat amajekirin ku deverên hatîn destnîşankirin wek Herêma Ewlekariya ya Teybet a Demkî hatine ragihandin.
22.06.2024, Cts - 10:03
Li çiyayên Cûdî û Gabar û bejahiya Elkê qedexe hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin ku li Çiyayê Cûdî ya dikeve aliyê Cizîr û Silopyayê, li Çiyayê Gabar a dikeve aliyê Basa û li bejahiya Elkê bo 7 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê de hatiye amajekirin ku deverên hatine destnîşankirin wek Herêma Ewlekariya ya Teybet a Demkî hatine ragihandin û biryara qedexeyê 24ê Hezîranê dest pê dike û heta 30ê Hezîranê dê meriyetê de be û bang li welatiyan jî tê kirin ku li gorî biryara qedexeyê tevbigerin.

Parêzgeriya Şirnexê balê dikêşe ji bo ku ewlekariya civakî were cîbicîkirin, pêşî li tawanan û buyerên tund û tujiyê  were girtin biryareke wisa hatiye wergirtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:46