Li Colemêrg û Bedlîsê jî hemû çalakî hatin qedexekirin

Piştî Wan, Êlih û Mêrdînê li parêzgehên Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê jî hemû çalakî hatin qedexekirin.
10.10.2024, Per - 10:44
Li Colemêrg û Bedlîsê jî hemû çalakî hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Bedlîsê 5 rojan û Colemêrgê jî 4 rojan hemû cure çalakiyên wekî meş, civîn, mîtîng û daxuyaniyên medyayê hatin qedexekirin.

Parêzgariyên Bedlîsê ragihank ku “di çarçoveya bangên PKKyê de dibe ku bi hinceta 9ê Çiriya Pêşîn, ji vê dîrokê û pê ve çalakiyên neyasayî yên ku werin kirin dê zererê bidin yekîtiya neteweyî û asayîşa civakê.”

Li gorî daxuyaniya parêzgariya Bedlîsê, civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daliqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî ji 10ê Çiriya Pêşîn saet 00:01ê heta 14ê Çiriya Pêşîn demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.

Colemêrg: 4 roj

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê jî hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê 4 rojan hatin qedexekirin.

Qedexe ji 10ê Çiriya Pêşîn saet 00:01ê dest pê kir û dê heta 13ê Çiriya Pêşîn demjimêr 23:59an berdewam bike.

Parêzgariya Amedê jî mîtînga Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) qedexe kir ku dê 13ê vê mehê bihata kirin.

Beriya niha li parêzgehên Êlih, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê jî hemû çalakiyên wekî meş, civîn, mîtîng û daxuyaniyên medyayê hatibûn qedexekirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:18:49