Li Colemêrgê cenazeyê kalekî 76 salî piştî 4 salan hat dîtin

Li Colemêrg a Bakurê Kurdistanê cenazeyê welatiyekî 76 salî piştî 4 salan hat dîtin.
03.11.2022, Per - 05:21
Li Colemêrgê cenazeyê kalekî 76 salî piştî 4 salan hat dîtin
Nuçe Belav bike

Şîn û giryana piştî 4 salan li pey bavekî bi navê Xelîl Duman ê 76 salî ku ji sala 2018an ve li gundê Qewal ê Colemêrg a Bakurê Kurdistanê winda bû lê piştî 4 salan li ser mikûrhatina tawanbarekî cenazeyê wî bo malbata wî hat radestkirin.

Kurê Halî Duman Hamît Duman anî ziman, “Demjimêr 12ê nîvro bavê min çû avdanê û êdî ji wir nehat. Em çiqas lêgeriyan jî me nedît. Em 4 salan lê geriyan. Herî dawî yek ji kujeran li xwe mikur hat û got me Hecî Xelîl biriye û li gundê Kaval kuştiye û veşartiye. Hêzên Ewlekariya Wanê, ligel fermandariya Cendermeyan a Colemêrgê, ev her du kujer li Wanê desteserkirin.”

Termê wî di şikeftekê de gundê Qewal de hatiye dîtin. Kurê wî dibêje ti pirsgirek û aloziyek wan ligel kujerên bavê wî nebû û sedema kuştina bavê xwe jî nizane.

Kurê Halî Duman Hamît Duman got, “Me termê wî ji bo pizîşkiya Dadî ya Stenbolê şandibû. Ev 6 meh in li wir bû. Piştî 6 mehan hat vegerandin. Îro şîna me heye. Baweriya me bi dadê heye. Înşallah ev kes cezayê pêdivî werbigirin. Êşa me gelek mezin e. ji ber ku bavê min 76 salî bû nedikarî xwe biparêze û ew birine û kuştine.”

Xelîl Duman xwediyê 9 zarokan bû. Kesûkarên wî bi hêvî bûn rojekê bi saxî li wan vegere, lê bi vê çarenivîsê dawî li hêviyên wan hat û cenazeyê wî li parêzgeha Wanê bi axê hat spartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 644 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:02:22