Li hin gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji ber ku ligel germbûna hewayê hejmara kuliyan jî zêde dibe cotkar rojên dijwar derbas dikin.
Muxtarê Gundê Anîtos ê girêdayî Colemêrgê Kadir Dagdeviren derbarê mijarê de axiviye û dibêje: "Hejmara kuliyan gelekî zêde ye. Eger wiha berdewam bike em dê nikaribin di salên bê de çandiniyê bikin. Ew zererê dighînin genim û nokan.”
Kadir Dagdeviren dibêje heta niha çendîn car kar û xebatên dermankirinê hatine kirin, lê tevî vê yekê ev pirsgirêka wan her berdewam bûye. Navborî da zanîn ku li gund û mezrayên Çardewar, Dara û Zîzanê yên Colemêrgê jî heman pirsgirêk heye û got: "Di serdemên ku kulî zêde dibin de berhemê me nêvî kêm dibe."
Dagdeviren herwiha got: “Îsal dîsan baş e, lê eger wiha be em sala bê nikarin ti tiştekî biçînin. Dema ew dest bi zêdebûnê dikin her yek ji wan hezar heban tine. Em once, genim û nokan diçînin û di van berheman de em rûbirûyê gelek pirsgirtêkan dibin. Kar û xebatên dermankirinê hatin kirin, lê têr nakin. Cotkarên gundên Çardewar, Dara û Zîzanê û hema bêje hemû gundên deştê rûbirûyê heman pirsgirêkê dibin.”