Li Colemêrgê li 4 herêman qedexe hat ragihandin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, 4 herêmên cuda 4 rojan wekî “herêma ewlehî ya taybet a demkî” hatin ragihandin.
13.08.2024, Sal - 10:04
Li Colemêrgê li 4 herêman qedexe hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê û operasyonan berdewam qedexe têne ragihandin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand, bi armanca “ewlehiya neteweyî, rêkxistina raya giştî û dabînkirina aramiyê, rêgirîkirina tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din” li navenda Colemêrgê Girê Kuş, Girê Hirç, Girê Memê û quntarên Koç ji 12ê Tebaxa 2024an demjimêr 09:30 heta 15ê Tebaxa 2024an demjimêr 09:30an wekî “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” hatiye ragihandin.

Parêzgariryê ji welatiyan xwest ku ji bo ewlehiya can û malên xwe bê destûr neçin wan herêman.

 

Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:01:05