Li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan dîsan hat dirêj kirin

Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vedana konan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.
04.10.2022, Sal - 06:21
Li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan dîsan hat dirêj kirin
Nuçe Belav bike

Li Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji 1ê Cotmehê heta 15ê Cotmeha îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn. Qedexeya çalakiyan a li Colemêrg û navçeyên wê, ji sala 2016an û heta niha berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:37