Li Dêrsimê meş, civîn û çalakî hatin qedexekirin

Li Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevanî, mîtîng, konser û vegirtina konan ji bo rojekê hatin qedexekirin.
29.07.2023, Cts - 08:34
Li Dêrsimê meş, civîn û çalakî hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê ragihandibû ku dê bi armanca protestokirina qedexeya li ser “Dayikên Şemiyê” îro li parêzgehê daxuyaniyeke piştgiriyê bide.

Li ser vê yekê Parêzgariya Dêrsimê xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevanî, mîtîng, konser û vegirtina konan bo rojekê qedexe kirin.

Parêzgariya Dêrsimê ragihand ku hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, mîtîng, konser, vedana kon û standan û çalakiyên din roja Şemiyê 29ê Temûza 2023an hatine qedexekirin.

Parêzgariyê di daxuyaniyê de dibêje, biryara qedexeyê bi armanca rêgirtin li bûyerên aramiya civakê dikin armanc, parastina can û malê welatiyan û berdewamkirina rewşa aram û ewle hatiye wergirtin.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn û bi ti awayî rê nayê dayîn ku çalakiyên bêdestûr bên kirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:17