Li Dêrsimê meş û xwepêşandan hatin qedexekirin

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev û vedana çadir û standan hatin qedexekirin.
02.08.2023, Çar - 12:47
Li Dêrsimê meş û xwepêşandan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Dêrsimê ve hatiye belavkirin, ji demjimêr 00.01a 1ê Tebaxê heta demjimêr 23:59an a 15ê Tebaxê li navenda bajêr û bajarokên Dêrsimê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev, vedana çadir û çalakiyên din qedexe ne.

Di daxuyaniya parêzgariyê de behsa 21emîn Festîvala Munzurê jî hatiye kirin ku di rojên 3-6ê Tebaxê de tê sazkirin û tê îdîakirin ku ji bo festîval di rewşeke aram û ewle de bê kirin tedbîrên cuda hatine wergirtin.

Herwiha hatiye tekezkirin ku di wê demê de rê nayê dayîn ku ti kar û çalakiyên bêdestûr bêne kirin.

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê, çalakiyên fermî yên ku parêzgarî û qeymeqamî destûrê didin wan li xwe nagire

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:08