Li Dîlok û Semsûrê agir bi zeviyên çandiniyê ket

Li navçeyeke parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jî agir bi zeviyên çandiniyê ket û tîmên agirvemirandinê ji bejayê û esman destwerdan kirin û agir vemirandin.
08.06.2023, Per - 08:53
Li Dîlok û Semsûrê agir bi zeviyên çandiniyê ket
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, duh Çarşemê li navçeya Îslahiyeyê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ve ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi zeviyên genim ketiye.

Hatiye ragihandin, ji ber bayê agir her zû li zeviyên din belav û mezin bû.

Piştî ku ji bûyerê hatin agahdarkirin, tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û ekîbên Rêveberiya Herêmê ya Daristanan a Mereşê midexaleya agir kirin.

Ji bo kontrolkirina agir, helîkopterek, 10 wesayitên agirvemirandinê, 3 wesayitên destwerdana bilez, 4 makîneyên kar, 19 tankên avê û 2 wesayitên dabînkirina avê bi giştî 150 personel ji aliyê Rêveberiya Herêmê ya Daristanan a Mereşê ve bo navçeya agir hatin şandin.

Ekîbên ku li cihê bûyerê amade bûn, hem ji bejayê û hem jî ji esman ve hewl dan agir vemirînin.

Piştî 4 demjimêran, şewat ji aliyê ekîbên li cihê bûyerê ve hat kontrolkirin.

Li Semsûrê ji agir bi zeviyên çandiniyê ket

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê agir bi 100 donim zeviya ku ceh lê hatibû çandin ket û di encam de zirareke zêde çêbûye.

Li gor agahiyan, roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an li navçeya Kalikê ser bi parêzgeha Semsûrê ve ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Ji ber hêza bayê agir zû li nav zeviyê belav bû û rûbereke mezin a zeviyê şewitand.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û bi alîkariya welatiyan hewl dan ku agir kontrol bikin.

Lê di encama şewatê de zirareke zêde çêbûye û li gor zanyariyên hatine bidestxistin, nêzîkî 100 donim zeviya ceh bi giştî şewitiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 617 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:52:36