Li Dîlokê 43 koçber hatin desteserkirin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, îro 18ê Temûzê di barhilgirekê de 43 koçber hatin desteserkirin.
18.07.2023, Sal - 16:12
Li Dîlokê 43 koçber hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Piştî hilbijartinên Tirkiyê zexta li ser koçberan zêde bûye û hejmara koçberên têne dersînorkirin zêdetir bûye.

Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê ragihand, xebatên rêgirîkirina qaçaxcîtiya koçberan berdewam in. Di çarçoveya xebatan de li xala kontrolê barhilgirek hat rawestandin û di encama lêgerînê de 43 koçber hatin desteserkirin.

43 koçber bo paş de vegerandinê bo Îdareya Koçê ya Dîlokê hatin radestkirin. Herwiha 2 welatiyên ku qaçaxcîtiya koçberan dikirin bi biryara dadgehê hatin girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:52:39