Li Dîlokê avahiyek hilweşiya: Kesek di bin de mir

Li navçeya Mezmaxorê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê avahiyeke zererdîtî di dema rûxandinê de bi ser makîneya kar de hilweşiya.
20.08.2023, Paz - 17:28
Li Dîlokê avahiyek hilweşiya: Kesek di bin de mir
Nuçe Belav bike

Şofêrê makîneya kar di bin avahiyê de mir.

Li Dîlokê xebatên rûxandina avahiyên ku di erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê de zerer dîtiye berdewam in.

Li Taxa Binevler a Mezmaxorê, îro avahiyeke zererdîtî di dema rûxandinê de bi awayekî bêkontrol bi ser makîneya kar de hilweşiya.

Di encama bûyerê de şofêrê makîneya kar di bin avahiyê de ma.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ji bo derxistina şofêr dest bi xebatê kir.

Piştî du saetan cenazeyê şofêrê makîneya kar hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo karên otopsiyê bir Saziya Tiba Edlî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:49