Li Dîlokê bûyera trafîkê: 2 mirî, 10 birîndar
Li navçeya Nîzibê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê û barhilgirekê li hev da.
31.08.2023, Per - 08:09
Di encama bûyerê de 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Nîzib-Bîracikê îro otomobîlekê û barhilgirekê li hev da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 598 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:23:48