Li Dîlokê bûyera trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek, minîbusek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûn.
20.06.2023, Sal - 06:39
Li Dîlokê bûyera trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Minîbusa ku Mehmet Avşar diajot û plaqeya wê 61 AAY 613 ye, otomobîla ku Bedrettîn Zîdan diajot û plaqeya wê 46 DH 765 e û barhilgira ku navê şofêrê wê nehat zanîn û plaqeya wê 27 AIB 771 e, li ser rêya Mereş-Dîlokê di kîlometreya 15emîn de i hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê Bedrettîn Zîdan û Îsmaîl Ozdemir û Mehmet Apalak ê ku di otomobîlê de bûn, li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Mehmet Avşar, Îzzet Ozdemir, Okkeş Avşar, Cuma Bozkurt û Nazim Bozkurtê ku di qezayê de birîndar bûn, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên li Dîlokê.

Cenazeyên kesên ku di qezayê de mirin, piştî lêkolînê rakirin morga Saziya Tiba Dadê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:47:30