Li Dîlokê êrişa bi çekan: 2 mirî
Li navçeya Alêbanê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de 2 kes hatin kuştin.
24.03.2025, Pts - 10:40
Li Taxa Samê ya navçeya Alêbanê doh bi şev hinek kesên nenas bi demançeyê êrişî Fatih Tekin û Enes Şimşek kir.
Di êrişê de Fatîh Tekîn li cihê bûyerê mir û Enes Şîmşek bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Şîmşek bir Nexweşxaneya Dewletê ya Alêbanê lê ew li nexweşxaneyê mir.
Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kir û ji bo desteserkirina êrişkaran xebat dan destpêkirin.
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:23:48