Li Dîlokê qeza: Miriyek, 3 birîndar

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirekê û otomobîlekê li hev da.
25.08.2023, Cum - 07:21
Li Dîlokê qeza: Miriyek, 3 birîndar
Nuçe Belav bike

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li Taxa Îbrahîmliyê ya navenda Dîlokê barhilgira ku şofêrê wê Hasan Çevîk bû û otomobîla ku şofêrê wê Mustafa Yoldaş bû li hev qelibîn.

Barhilgira ku ji rê derket û wergeriya.

Şofêrê barhilgirê canê xwe ji dest da

Di encama bûyerê de şofêrê barhilgirê Hasan Çevîk canê xwe ji dest da.

3 kesên di otomobîlê de jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:44:48