Li Dîlokê şer: 3 kuştî û 2 birîndar

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de şer derket û di encam de 3 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
17.01.2023, Sal - 07:37
Li Dîlokê şer: 3 kuştî û 2 birîndar
Nuçe Belav bike

Li Taxa Şirinevler ya Dîlokê, şevê din 16ê Çileya 2023an di navbera du malbatên mirovên hev de ji ber sedemeke nehat zanîn şer derket. Her du aliyan bi çekan li hev dan û di encam de Ugur Çeliktop ê 33 salî, Yilmaz Kiranşalê 67 salî û Kenan Kiranşalê 38 salî canê xwe ji dest dan.

Herwiha jinên bi navên Nigar Kiranşal a 61 salî û Leyla Çeliktop a 59 salî jî birîndar bûn û bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadir Yuksel hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku polîsan tedbîrên ewlehiyê wergirtine û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:05:19