Li Dîlokê û Kilîsê teyrok bariya: Cade û kolan tev spî bûn

Li parêzgehên Dîlokê û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê teyroka ku libên wê bi qasî libên gûzan bû bariya.
18.03.2023, Cts - 08:46
Li Dîlokê û Kilîsê teyrok bariya: Cade û kolan tev spî bûn
Nuçe Belav bike

Li parêzgehên Dîlokê û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê teyroka ku libên wê bi qasî libên gûzan bû bariya, cade û kolan di bin avê de hiştin. Li hinek navçeyan jî co û rûbar ji ber barîna zêde bi ser de çûn û Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê derbarê barana zêde û egera çêbûna lehiyan de hişyariyê dide beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê.

Çend roj in pêleke baranbarînê li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û berdewam e. Şeva borî li esmanên Dîlokê û Kilîsê dîmenên balkêş ên vedana birûskan hatin tomarkirin û li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Piştî vedana birûskan pêleke bihêz a baranê destpê kir. Piştre jî teyrok bariya û cade û kolanên her du bajaran di bin avê de man. Di dîmenan de ku welatiyan li ser medyaya civakî belav kirine, libên teyrokê bi qasî libên gûzan in û zerer gihandiye beşeke otomobîl û xaniyên welatiyan.

Teyrokê li Dîlokê û Kilîsê erd wekî berfê spî kir û metirsiya lehiyê li çend navçeyan çêkir. Beşek ji co û rûbarên herdû parêzgehan bi ser de çûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:03