Li Diyarbekirê 1ê Gulanê tê pîrozkirin

Li Diyarbekirê, ji bo pêşwazîkirina 1’ê Gulanê, Roja Karker û Kedkarên Cîhanê amadekariyên dawîn hatin kirin. Mitînga Diyarbekirê, wekî salên borî, dê li Qada Îstasyonê ya bi ser navçeya Yenîşehîrê were lidarxistin. Federasyon û sendîkayên karker û kedkaran banga tevlîbûna girseyî li xelkê Diyarbekirê kir.
01.05.2017, Pts - 11:16
Li Diyarbekirê 1ê Gulanê tê pîrozkirin
Nuçe Belav bike

Pîrozbahiyên 1’ê Gulanê, Roja Karker û Kedkarên Cîhanê, li seranserê bajarên Tirkiye û Bakur, her wiha li Diyarbekirê jî ber bi dawî ve hatin. Ji bo mitînga ku dê li Diyarbekirê were lidarxistin, Qada Îstasyonê ya li Taxa Ofîsê, bi bergirên ewlehiya polîsan hatiye dorpêçkirin.

Komîteya Amadekar a ku ji nûnerên sendîkayan ên; Yekîtiya Jûra Avahîsaz û Endazyaran a Tirkiyeyê, Yekîtiya Sendîqayên Xebatkar ên Şoreşger, Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê û Konfederasyona Sendîqaya Kedkarên Gelemper pêk tê; banga xwedîderketina li ked û mafên jiyana xebatê li gel kir.

Mitînga 1’ê Gulanê, dê îro (01.05.2017) denjimêr di 13:00’an de were lidarxistin û xelkê Diyarbekirê di bin bergirên ewlehiyê de ber bi qada mitîngê ve diçe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1565 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:23