Li Diyarbekirê heşt kes bi idîaya propagandaya PKKyê hatin binçavkirin
Li Diyarbekirê di çend operasiyonên cuda cuda de 8 kes bi îdîaya propagandaya PKKyê hatin desteserkirin.
12.01.2024, Cum - 14:38
Parêzgerîya Diyarbekirê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand, ji alîyê MÎTê, Birêveberîya Sîxurîyê û Şaxa Têkoşîna li dijî Sûçên Sîberê ve li Bismila Diyarbekirê 12 operasiyonen cuda cuda hatine pêkanîn, û di encama operasiyonan de 8 gomanbar bi tohmeta ku li ser malperên xwe yên medyaya civakî propagandaya PKK/KCKyê kiriye hatine desteserkirin.
Gomanbarên ku hatine binçavkirin, piştî bergirîya wan a li birêveberiya polîsan, ji bo serdozgerîya Diyarbekirê hatin veguhastin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 707 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:33:52