Li Diyarbekirê 15 belênderên avahî lêkirine hatin desteserkirin

Li Diyarbekirê 15 kes bi tohmeta ku projeyên avahiyan bi awayekî xirab cibicî kirine û stûnên avahiyan birine hatin zindanîkirin.
16.02.2023, Per - 07:24
Li Diyarbekirê 15 belênderên avahî lêkirine hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Piştî erdhejên Mereşê lêpirsîna li dijî belênderên ku xanî û avahî lêkirine berdewam e û di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de, li wî bajarî 39 kes bi tohmeta ku projeyên avahiyan xirab çêkirine û stûnên avahiyan birine hatin desteserkirin.

Hat zanîn, piştî dadgehkirinê 15 kes hatin zindanîkirin û 24 kes jî hatin azadkirin. Her wiha hêzên ewlekariyê yên Diyarbekirê li pey 6 belênderên din jî digerin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:38