Li Diyarbekirê ji ber kuştina xortekî kurd 2 polîs hatin girtin

Li bajarê Diyarbekirê xortekî kurd ji aliyê hêzên polîs ve hat kuştin. Hat gotin ku du polîs ji ber wê yekê hatine girtin.
15.04.2019, Pts - 09:11
Li Diyarbekirê ji ber kuştina xortekî kurd 2 polîs hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya Tirkiyê, duh li bajarê Diyarbekirê xortekî kurd, ku tê gotin li parkê bi hevalekî xwe re rûniştibû, ji aliyê polîs ve hat kuştin.

Birayê wî xortî Efe Hantaş gotiye, polîs gotiye bi xeletî hatiye kuştin lê birayê wî beriya niha ji aliyê polîs ve hatibû tehdîdkirin.

Navê xortê ku hatiye kuştin, Recep Hantaş û temenê wî jî 20 sal bûye. Xelkê bajarokê Licê bûye.

Walîtiya Diyarbekirê li ser wê rûdanê ragihandiye, ew rûdan saet 03:20 li nav parka Sûmer ya bajêr de qewimiye. Polîs xwastiye wan teftîş bike lê dema polîs xwastiye wan bigire, yek reviyaye û yê din jî teslîm bûye. Ewê ku reviyaye ji aliyê polîs ve hatiye kuştin.

Walîtiyê daye zanîn, li ser wû rûdanê du polîs hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 876 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:01