Li Dîlokê qeza: Miriyek, 6 birîndar

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, 3 otomobîlan li hev da.
17.11.2023, Cum - 10:07
Li Dîlokê qeza: Miriyek, 6 birîndar
Nuçe Belav bike

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Qeza li ser rêya di navbera çarrêyên Îbrahîmlî û Kilîsê de çêbû.

3 otomobîlan li hev da û otomobîlek ji wan şewitî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama bûyerê de şofêra jin a otomobîla ku agir pê ket canê xwe ji dest da û 6 kesên di her du otomobîlên din de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 577 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:55