Li Êlihê 2 xwişk di avê de xeniqîn

Li navçeya Heskîfê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 2 xwişkên ku bo xwe hênik bikin ketibûn gola bendavê di nav avê de xeniqîn.
23.07.2022, Cts - 14:52
Li Êlihê 2 xwişk di avê de xeniqîn
Nuçe Belav bike

Li navçeya Heskîfê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 2 xwişkên ku bo xwe hênik bikin ketibûn gola bendavê di nav avê de xeniqîn.

Li gor agahiyan li gundê Xirbekur ser bi navçeya Heskîfê bi armanca xwe hênik bikin 4 jin ketin Gola Bendava Prof. Dr Veysel Eroglu ya Ilisuyê û li ber avê çûn.

Herwiha bi alîkariya welatiyan du jin ji golê hatine rizgar kirin lê du xwişkên bi navên Fatma û Evîn Taymur nehatin dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Binavger û Rizgarkirinê ên girêdayî Rêveberiya Agirvemirandinê ser bi Şaredariya Êlihê piştî kar û xebatan termê her du xwişkan ji golê derxist in û bo morg Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya heman bajarî hatine şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 699 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:20