Li Êlihê bi bombayê êrîşî malekê kirin: Kesekî canê xwe ji dest da

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna navbera 2 malbatan de kesekî canê xwe ji dest da.
13.08.2022, Cts - 09:37
Li Êlihê bi bombayê êrîşî malekê kirin: Kesekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna navbera 2 malbatan de kesekî canê xwe ji dest da. Li gor beşek ji çavkaniyên xwecihî bombeyek bi destçêkirî bo mala wî kesî hatiye avêtin, lê ajansa fermî ya Tirkiye di bêje ew kes bi çeka nêçîrê hatiye kuştin.

Li gor zanyariyên di medya fermî ya Tirkiyê de belavbûne şeva borî 12ê Tebaxa 2022ê li taxa Hîlal a Êlihê di navbera dû endamên malbatên ku pêştir di navbera wan de alozî hebû ji ber sedemek nediyar nîqaş derket û piştî demekê herdû kesan şerê hev kirin.

Ajansa Fermî ya Tirkiye dibêje di encama pevçûna di navbera wan herdû kesan de welatiyê 50 salî yê bi navê Îbrahîm Katlan bi çeka nêçîrê bi giranî hatiye birîndarkirin, lê li gor beşek ji çavkaniyên xwecihî dibêjin bombek bi destçêkirî bo mala kesê navborî hatiye avêtin û bi wê bombê birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û Katlan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Êlihê, lê tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê cane xwe ji dest da.

Hat ragihandin hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtine û ji bo destserkirina gumanbarê bûyerê jî dest bi lêkolînan kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:40