Li Êlih'ê di şerê çekdarî de kesek hat kuştin

Li Êlihê di şerê çekdarî de kesek hat kuştin.
30.07.2023, Paz - 18:31
Li Êlih'ê di şerê çekdarî de kesek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li ser Bûlwara Ataturkê du kes bezîn hev û wan şer kir.

Kesê ku nasnameya wî hîn nehatiye tesbîtkirin bi demançeyê gule berda Ferhat U.yê 22 salî.

Ferhat U. bi giranî birîndar bû û ambulansê ew rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Ciwanê 22 salî, li gel hemû midaxaleyan jî nehate rizgarkirin û wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Êrişkar piştî bûyerê reviya, ji bo girtina wî xebatên polîsan dewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:30