Li Êlihê êrişî Starbucks û Burger Kingê hat kirin!

Li bajarê Êlihê komekê bi armanca protestokirina kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye êrişî şaxên Starbucks û Burger Kingê kir.
01.08.2024, Per - 10:05
Li Êlihê êrişî Starbucks û Burger Kingê hat kirin!
Nuçe Belav bike

Li gorî dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin, di demjimêrên êvarî de grupeke ciwan bi dirûşmeya "Bi can, bi xwîn tolhildan" êrişî ser cihê Starbucks û Burger Kingê kir.

Xwepêşanderan camên Starbucks û Burger Kingê şikandin û kursiyên wan jî perçe kirin.

Herwiha xwepêşdanderan li hinek mişteriyên xist.

Xwenpêşander tevî hişyariyan belav nebûn û paşê hêzên ewlehiyê midaxeleyî wan kir.

Piştî belavbûna dîmenên li ser medyaya civakî nerazîbûn çêbûn ku tê xwestin derbarê kesên êrişkar lêpirsîn bê destpêkirin.

Beriya demekê li parêzgeha Amedê jî êrişeke bi heman awayî çêbûbû û bûbû sedema nerazîbûnan.

 

Vî nûçeyê tevayî: 497 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:25