Li Êlihê qezaya trafîkê de 3 welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dan

Li navçeya Heskîf a ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û barhilgirekê li hev dan û di encamê de 3 welatiyên ji Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan yek jî bi dijwarî birîndar e.
23.08.2022, Sal - 05:13
Li Êlihê qezaya trafîkê de 3 welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Duh êvarê (22 Tebax) li nêzîkî Pira Heskîfê ya ser bi parêzgeha Êlihê otomobîleke plaka wê ya Duhokê û barhilgirekê li hev dane û di encam de 2 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û 2 kesên din yên birîndar jî bo Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê hate veguhestin.

Xizmê malbatê Salih Xazî ji Rûdawê re ragihand ku ligel hemû midaxeleyan kesek din jî ji birîndaran li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Bi gotina Salih Xazî rewşa kesê li nexweşnayê jî dijwar e.

Salih Xazî da zanîn ku ew malbat nişteciyên komelgeha Misêrîkê ya ser bi navçeya Sêmêl ve ne û navê wan ev in: Buşra Hesen Salih, Hisên Remazan Ehmed û Xamê Remazan Ehmed in.

Xazî herwiha da zanîn ku malbata navborî ji bo dermankirinê çûne Êlihê û biryar bû di nava çend rojên bê de vegerin Başûrê Kurdistanê, lê ev bûyer di rê de qewimî ye.

Salih Xazî got jî, “Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Bûşra bû ku ew nexweşa pençeşêrê bû. Bi birayê xwe yê mezin Huseyîn re mehê carekê diçûn Êlihê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:03