Li Êlihê şerê 7 malbatan: 5 jê giran 54 birîndar hene

Li gundê Cinesker a navçeya Qubînê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê 7 malbatan de 5 jê giran 54 kes birîndar bûn
10.07.2022, Paz - 06:57
Li Êlihê şerê 7 malbatan: 5 jê giran 54 birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gundê Cinesker a navçeya Qubînê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê 7 malbatan de 5 jê giran 54 kes birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Êlihê hatin veguhestin û li gund tedbîrên emnî hatin wergirtin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Êlihê ve hatiye belav kirin, êvara doh Şemiyê 9ê Temûza 2022ê demjiêr 18.00 li gundê Cenazgirê yê girdayî navçeya Qubînê di navbera 7 malbatên ku pêştir di navbera wan de alozî hebû şer derketiye. Lê aloziya di navbera malbatan de li ser çi bûye nehatiye diyarkirin.

Bi gotina parêzgariyê wan malbatan di şer de çek, kêr dar û kevir bikar anîne û di encam de 5 jê giran herî kêm 54 kes birîndar bûne. Piştî bûyerê hejmareke zêde ya tîmên tendirûstî û hêzên ewlekariyê çûn gund û birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Êlihê.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ”Hêzên ewlekariyê destwerdan di bûyerê de kirine. Niha li gund hemû tedbîrên ewlekariyê hatine wergirtin û rewş hatiye kontrol kirin.” Li aliyê din derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 477 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:52