Li Erdexanê qeza: 9 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek qulibî û 9 kesên di minûbûsê de birîndar bûn.
06.01.2024, Cts - 07:42
Li Erdexanê qeza: 9 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li ser rêya sereke ya navçeya Golanê ya Erdexanê û Qersê doh mînîbusek ji ber berfa zêde ji rê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Golanê.

Parêzgarê Erdexanê Hayrettîn Çîçek çû cihê bûyerê û got:

"17 kes di mînîbusê de bûn, 9 ji wan birîndar in, ji bilî yekî ji wan rewşa birîndarên din baş e û li nexweşxaneyê çareseriyê werdigirin."

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi taybetî parêzgehên Herêma Serhedê çend roj in pêleke berfbarînê dest pê kiriye.

Berf bandorek neyînî li çûn û hatinê dike û ji ber berfê rêyên bi sedan gund û navçeyan hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 618 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:48:36