Li Erdexanê mêrek 65 salî ket çemê Kûr û winda bû
Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê kalemêrek ket çemê Kûr (Kura) û winda bû û tîmên lêgerînê lê digerin.
24.04.2023, Pts - 02:55
Li gor agahiyan, roja Yekşemê 23ê Nîsanê kalemêrek bi navê Mehmet Arik ê 65 salî dema pezê xwe li kêleka çemê Kûr di çêrand, çend pezê wî dikevin avê, Arik dema ku dixwaze ajalên xwe ji avê derxe dikeve çem û li ber avê diçe.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, AFAD û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin.
Tîmên lêgerînê li Mehmet Arik ê 65 salî digerin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 938 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:57:30