Li Erdexanê şer: 12 birîndar
Li navçeya Mêrdînikê ser bi parêzgeha Erdexanê, di şerê du malbatan de 12 kes birîndar bûn.
14.07.2022, Per - 03:21
Li zozana gundê Qelecixê yê Mêrdînikê, du malbatên ku pêştir pirsgirêkên wan hebûn bi daran şerê hev kirin.
Di encama bûyerê de ji her du aliyan 12 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.
Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînikê û Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê hatin veguhestin. Herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 785 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:26:42