Li Erzerom û Çewligê erdhejeke bi hêza 4.9 pile çêbû

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Çatê ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4.9 pile çêbûye. Resatxaneya Kandilliyê jî dibêje li parêzgeha Çewligê jî bi hêza 4.9 pileyên rîxterê erdhejek çêbûye.
17.09.2022, Cts - 06:35
Li Erzerom û Çewligê erdhejeke bi hêza 4.9 pile çêbû
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) demjimêr 23.30ê şeva borî 16ê Îlona 2022an li navçeya Çatê ya Erzeromê erdhejek bi hêza 4.9 pile çêbûye.

AFADê ragihand ku erdheja li Erzeromê di kûrahiya 6.9 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Li aliyê din Resatxaneya Kandilli ragihand ku di heman demê de li parêzgeha Çewligê jî bi hêza 4.9 pileyên rîxterê erdhejek çêbûye û kurahiya wê jî 5 kîlometre bûye.

Erdhej di nav welatiyan de bû sedema tirs û xofeke zêde. Heta niha derbarê zerer û ziyanên erdhejan de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:45:25