Li Erzeromê kesekî agir berda mala xwe

Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ku nexweşiya wî ya derûnî hebû agir berda mala xwe.
15.11.2022, Sal - 07:47
Li Erzeromê kesekî agir berda mala xwe
Nuçe Belav bike

Li Taxa Adnan Menderes a Erzeromê, îro 15ê Mijdarê welatiyê bi navê Nurullah Durmaz dema ji malbata wî kesek li malê nebû, agir berda mala xwe ya li qata 4an.

Hatiye ragihandin ku wî kesî nexweşiya derûnî pê re heye, lewra dema ku tenê li malê maye agir bi mala xwe xistiye.

Li ser agahdarkirina cîranan tîmên agirvemirandinê û polîs çûne cihê bûyerê. Polîsan tedbîrên ewlehiyê wergirtin û xeta gaz û elektrîka avahiyê hat birîn.

Tîmên agir vemirandinê deriyê malê şikandin û Nurullah Durmaz ku ji hişê xwe çûbû ji mal derxistin û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzeromê hat veguhestin.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:12:32